Dibistanên dayikê yên Mexmûrê ya sala nû vebûn

Dibistanên Dayîkê yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo perwerdeya sala nû ya 2021-2022’an vebûn.
Xwendevanan bi malbatên xwe re, bi kêfxweşî û kelecaniyekî mezin berê xwe dan dibistanan.

Bi giştî 5 Dibistanên Dayîkê li wargehê hene û wê îsal nêzî 200 xwendevan, perwerdeya zimanê dayîkê lê bibînin.

Bi boneya vebûna dibistanan û her wiha li ser girîngî û weteya perwerdê Mamosta Hêvîdar Kara axivî û sala nû ya perwerdeyê li tevahî xwendevanan pîroz kir.

Kara, bibîr xist ku ji ber nexweşiya korona sala borî di dibistanan de perwerde nehate dayîn.

Mamosta Hêvîdar, ji bo îsal perwerde baş bimeşe bang li tevahî malbatên xwendevanan kir da ku ji bo zarokên xwe bibin alîkar.

Dayîka bi navê Fehîme Urper yê ji kampê jî li ser girîngiya malbatan a di perwerdeyê de axivî û diyarkir ku daxwaza wan ewe ku zarokên wan ji bo pêşerojê bibin xwedî pîşe da ku fêdeyekî bidin civakê.

Back to top button