Şaredariya Gel a Amûdê xeteke nû ya kanalîzesyonê çêdike

Şaredariya Gel a Amûdê ji %85 projeyên xwe yên sala 2023’an gihandiye serî.
Ji bo yên mayî jî xebatên xwe dimeşîne.
Niha jî baldaye ser daxwazên sererastkirina kanalîzasyonên li rojhilatê Amûdê.

Şaredariya Gel a Amûdê berî dawiya salê lez daye xebatên xwe yên xizmetgûzariyê.

Şaredariyê di çarçoveya projeyên sala 2023’an gelek tax zift kir, hin kolan kevirê şikestî danî û li hinan jî xetên kanalîzesyonê paqij kir.

Lê vê gavê şaredariya Amûdê zêde guh daye giliyên xelkê li taxa komîna şehîd Farês ê rojhilatê bajêr.

Û li wir xetên kanalîzesyonê çêdike.

Dirêjahiyê xetê bi qasî 75 M e.

Dê pirsgirêka kanalîzasyonê yê bi dehan malan çareser bike.

Back to top button