Dewleta Tirk a dagirker ku xwe ji şereke mezin yê li Îdlibê re amade dike, karwanek nû ya leşkerî derbasî herêmê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Tirk karwanek din ku ji 35 wesayît û kamyonên tijî cablixane û madeyên lojistîk û sotemenî pêk dihat di deriyê sînor Keferlosîn de ber bi nuqtyên çavdêr ên Tirkiyê li herêmên ve şandin.
Bi vê yekê ji 2’yê Sibatê heta niha jimara kamyon û wesayîtên leşkerî yên ku gihaştin `Herêmên bêçek` 6 hezar û 620 derbas kir.
Ev karwan ji tank, wesayîtên zirxî, erebeyên veguhestina leşkera û radarên leşkerî pêk tên.
Her wiha jimara leşkerên Tirk ên li Idlib û Heleb di wê demê de belav bûne gihaşt zêdetirî 10 hezar û 300’an.