Li gundewarê başûrê Idlibê 2 leşkerên hêzên hikûmetê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. Li gundewarê Dêrazoarê jî mayînek ji bermahiyê şer teqiya û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku li derdora bajarokê Afis yê li gundewarê başûrê Idlibê çeteyan bi soqastî 2 leşkerên hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyan ve hatine kuştin.
Duh jî hêzên hikûmetê bi çekên giran gundewarê rojavayî Hema û gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.
Li Dêrazorê mayînek teqiya- zarokekî jiyana xwe ji dest da
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li herêma El-Huseyîniya ya li gundewarê Dêrazorê, mayînek ji bermahiyên şer bi çend zarokan ve teqiya.
Di encamê de, zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.