KCK: Wê Kurd hesreta Turkalî ya Kurdistana azad pêk bîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, nivîskar Vedat Turkalî yê Tirk, ku weke dostê Kurdan dihat naskirin, di salvegera koça wî ya dawî de bi bîr anî.
KCK’ê diyar kir ku wê gelê Kurd ti carî Turkalî ji bîr neke û wê teqez Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ya ku hesreta wî bû, pêk were.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera koça dawî ya nivîskarê navdar Vedat Turkalî wî bi bîr anî.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got ku gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyê Turkalî bi minet û hurmet bi bîr tîne.

KCK’ê diyar kir ku Turkalî kesayetek sosyalîst û şoreşger bû û ji bo perwerdekirina gelên Tirkiyê û hêzên civakî xwedî hewldaneke mezin bû.

Hat destnîşankirin ku Turkalî heya nefesa xwe ya dawî ji bo ku gelên di Tirkiyê de di serî de Kurd azad û wekhev bijîn di hewildanan de bû.

KCK’ê got ku şoreşgerê mezin û mirovê binirx Vedat Turkalî hevalê Abdullah Ocalan bû, her çiqasî bi şeklê fîzîkî yê Ocalan nedîtibû jî lê her tim bi hizrandin û sekna xwe ve spasdarî kiriye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de, diyar kir ku gelê Kurd wê ti carî Vedat Turkalî ji bîr neke û wê teqez Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ya ku hesreta wî bû, pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye ku Vedat Turkalî di sala 1919’an de jidayîk bûye û di 29’ê Tebaxa 2016’an de jiyana xwe ji dest daye.

Turkalî nivîskarê roman, Şano û helbestan bû, ku 4 şano, 8 roman û 40 saneryoyên filman nivîsandine.

Vedat Turkalî weke nivîskarê herî binirx di dîroka wêjeya Tirkî de tê naskirin.

Li aliyê din jî, ji ber nivîsên xwe û tevgera wî ya siyasî 50 caran ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin.

Back to top button