Salih Gedo: Ev biryar nêzîkatiya PKK’ê ya mirovahî nîşan dide

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyê leşkerî biryarek berpirsyariya nîştimanî û mirovî ye.

KCK`ê, ji ber erdheja 6’ê Sibatê ku li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê rûdabû rawestandina çalakiyên leşkerî ragihand.

Salih Gedo da zanîn ku tevî vê biryarê jî, lê dewleta Tirk bi şer bersiv dide.

Salih Gedo diyar kir ku biryar bi cesaretek mezin hatiye dayîn û hurmeta li hemberî mexdûrên erdhejê nîşan dide û wiha dewam kir:

“Ev biryar nêzîkatiya PKK`ê ya ji bo mirovahiyê nîşan dide.

Dewleta Tirk a dagirker bi şer bersivê dide birayara KCK`ê û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe didomîne.”

Salih Gedo bang li hêzên navneteweyî kir ji bo çareseriyê erkê xwe rabin da ku gav bên avîtin û diyalog bê destpêkirin

Di dawiyê de Gedo ji muxalefeta Tirkiyeyê jî xwest ku piştgirî bide biryara KCK`ê.

Back to top button