Fermandarê HPG’ê Heqî Armanc: Artêşa Tirk li Kurojahro asê maye

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Heqî Armanc li ser rewşa dawî ya herêmên parastima Medyayê ev got:
“Dewleta Tirk li Zapê asê maye û gerîla rojane derbên giran li Artêşa dagirker dixin.
Dijmin wê teqez li Zapê têk biçe.”
Fermandar Heqî Armanc dazanîn ku gerîla bi rihekî fedayî erka xwe pêk tîne û divê gelê me jî bi erka xwe rabe.

Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Heqî Armanc rewşa dawîn a herêmên parastina Medyay û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Zap, Metîna û Avaşînê, ji ajansa Firatê re nirxandin.

Heqî Armanc dazanîn ji sedemeên sereke yên ku hiştiye dewleta Tirk gavekê bi pêş ve biçe, berxwedana gerîla ye.

Fermandar Heqî diyar kir ku niha artêşa dagirker li Kurejaro asê maye.

Heqî Armanc: Dijmin teqez wê di Zapê de têk biçe!

Fermandarê HPG’ê dibêje ” Rêbazê nû yê gerîla dijmin gêj kiriye, gerîla her roj li dijminê dagirker dide.”

Heqî Armanc teqez kir ku wê dijmin di Zapê de têk biçe.

Heqî Armanc: Gerîla erka xwe pêk tîne divê gelê me jî erka xwe pêk bîne

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Heqî Armanc da zanîn ku gerîla bi berdêlên giran erka xwe pêk tîne û bang li gelê Kurd kir ku ew jî erka xwe pêk bîne.

Back to top button