Dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li dora gundên rêya M4 zêde dike û gelek leşker, çete û çekên giran şand herêmê.
Sewqiyat ber bi gundên Erebîn, Lêlan, Hemdaniyê û Dibsê ve yên navçeya Til Temirê hatin kirin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk beriya çend rojan, komên çeteyan tevî cebilxaneyan, anîne herêmê û çekên giran li gundên di bin kontrola xwe de bi cih kirin.
Çavkaniyan diyar kir ku sewqiyatên dewleta Tirk ji tank, panzer û moşekên Grad pêk tên.
Hat ragihandin tevgera leşkerî li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li girê gundê Ameriye zêde bûye û gelek tank û panzer lê hatin bicihkirin.