Ukrayna..Li kargeha Azovstal ‘şerên bixwîn’ rûdidin

Hesabên Serokê Rûsya Putin yên ji bo kontrolkirina herêma Donbasê ber bi dawiyê ve diçe û Moskow êrişên xwe yên li rojhilatê Ukrayna dijwar kiriye. Li kargeha Azovstal ya Mariupolê şerekî dijwar rûdide. Hêzên Rûsya ketin kargehê û şerekî bi xwîn pêk tê. Sererkaniya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve ragihand ku heta niha 24,700 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Kelha dawî ya parastina hêzên Ûkrayna li Mariupolê li kargeha Azovstal e.

Li bajarê ku ji meha Adarê ve ji aliyê artêşa Rûsya ve hatî dorpêçkirin, şerekî dijwar rûdide.

Hat diyarkirin ku şevê din, di navbera leşkerên Rûs û Ukraynayê de “şerên bi xwînî” qewimîn.

Fermandarê Tabûra Azov a rastgirên tund ê Ukraynayê Denis Prokopenko di peyameke vîdyoyî ya ku li ser Telegramê hat weşandin de wiha got,

“Ez bi leşkerên xwe yên ku ji bo zexta dijmin di bin kontrolê de bihêlin, bi hewldanên sermirovî serbilind im.

Rewş pir dijwar e.”

Reutersê ragihand ku di hundirê kargehê de, “şerekî bi xwîn” diqewimîn.

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsyayê ji doh ve derbasî Azovstalê bûne.

Di dîmenên ku ji aliyê hesabên Rûsyayê ve hatin parvekirin de, tê dîtin ku hêzên Rûsyayê li kargeha hilberîna pola ku sivîl jî tê de ne, xistine.

Leşkerên Ukrana yên li kargehê di nava dorpêçan de mane, bi stranan dixwazin moralê xwe biparêzin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ew ê sibe Pêncşemê 5-6-7ê Gulanê ji bo derxistina sivîlan li Azovstalê şer rawestînin û korîdora însanî vekin.

Ukrayna: 24,700 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Hemwextî şerê dijwar yê li herêmê, Sererkaniya Ukrayna jî bîlançoya roja 71 a şerê li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî sererkaniya Ukrayna;

24,700 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

196 balafir, 155 helîkopter û 1092 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rusya: 3 balafirên Ukrayna hatine xistin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê li Ukrayna eşkere kir.

Konaşenkov ragihand ku wan 3 balafirên şer ên Ukraynayê xistine.

Li gorî Rûsya heta niha;

149 balafir, 112 helîkopter, 2 hezar û 834 tank û wesayitên zirxî yên artêşa Ukrayna hatine têkbirin.

Back to top button