Şêniyên Hesekê, Til Temir û Minbicê daketin qadan

Nerazîbênên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bi taybetî li ser Kobanê dewam dikin. Îro jî li Hesekê, Til Temir û Minbicê meşên girseyî û çalakî hatin li dar xistin. Di çalakiyan de peyaman berxwedan û têkoşîna li dijî êrişan hate dayîn.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bi taybetî yên li ser Kobanê, meş û çalakiyên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Li bajarê Hesekê bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan ji bo şermezrkirina Êrişa li ser Kobanê, Zirgan û Til Temirê daketin kolanan.

Welatiyan bi dirûşmeya ” Em bi hemû pêkhateyên xwe dijî kuştin û koçberkirinê li ber xwe didin” meşek li dar xist.

Welatî li Pira Muftî ya taxa Til Hecer kom bûn û ber bi çarxerêya Şehîd Serhed ve meşiyan.

Welatiyên Til Temirê jî daketin qadan û ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê meşiyan

Li Minbicê jî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî û Yekîtiya Jina Ciwan ji bo şermezarkirian êrişa dijî ciwanan li Kobanê meşek li dar xistin.

Bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî meşê bûn.

Bîroya Jinê a TEV-DEM’ê êrişa li ser kobanê şermezar kir

Buroya Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

Di daxuyniyê de hate gotin ku êrişa li ser Kobanê dewama êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser tavahiya herêmê ne û armanc jê têkbirina aramiyê ye.

Di daxuyaniyê de sûcên dagirkeriya Tirk weke sûcên dijî mirovahiyê hatin binavkirin,

Her wiha ji civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate xwestin ku van êrişên dijî sivîlan rawestînin.

Ciwanên navçeya Holê bi êrişa li ser li Kobanê şermezr kir

Li Navçeya Holê jî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrişa li Kobanê şermezar kir.

Ciwanên navçeya Holê diyar kir heta ku herêm ji dakirkeriya Tirk û çeteyên wê were rizgarkirin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin .

Back to top button