Endamê Asayîşa Êzidxanê Heyder Şengalî li dijî planên li ser Şengalê bang li xelkê Êzidî kir ku bi lîstikên PDK’ê neyên xapandin. Endama TAJÊ Caklîn Hisên jî piştrast kir ew ê li Şengalê li gel hêza xwe bimînin û heta dawî li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk a dagirker, PDK û Hikûmeta Kazimî bi planeke qirêj êrişî Şengalê kirin û xwestin wê dagir bikin.
Lê belê berxwedana Şervanên Êzdîxan û civaka Êzidî ev plan vala derxist.
Têkildarî vê êrişê û planên li ser Şengalê Endamê Asayîşa Êzidxanê Heyder Şengalî nirxandin kir.
Heyder Şengalî diyar kir ku çi bikin jî wê nikarbin Êzidxanê ji holê rakin û got:
“Ji bilî me kes me naparêze”
Heydar Şengalî bang li civaka Êzidî kir ku bi lîstikên PDK’ê neyên xapandin û li warê xwe “Şengalê” li ber xwe bidin.
Li aliyê din, ji roja destpêkirina êrişê û vir ve, jinên Şengalî li eniya berxwedanê ne, ji bo piştevaniyê xwarin ji endamên Asayîşa Êzidxanê re amade kirin.
Endama TAJÊ Caklîn Hisên teqez kir ew ê li gel hêzên xwe bin û bi lîstikên PDK û Dewleta Tirk neyên xapandin.