Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê careke din zêde kir

Di nava 6 mehan de hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê 3 caran zêde kir. Şêniyan diyar kir ku ji ber van biryaran ciwan bê hêvî bûne û li rêya koçberiyê digerin.

Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê zêde kir.

Lîtreyeke benzîna oktan ji 95 lîreyan gihaşt 7 hezar û 600 lîreyan.

Buhayê tupeke gazê jî gihaşt 15 hezar lîreyan, lê li bazarên reş gihaşt 50 hezar lîreyan.

Her wiha buhayê tupa gazm ya pîşesaziyê gihaşt 75 hezar lîreyan.

Li ser vê pirsgirêkê Ehmed ê xwendekarekî Fakulteya Endazyariya Medenî got:

“Buhayê benzînê bû 7 hezar û 600 lîre.

Ji ber vê yekê heqê teksiyan pir biha bûye.

Ji bo vê yekê pêwîstiya min bi 30 hezar lîreyên Sûriyeyê heye.

Ji ber rewşa aborî ya xirab, bêkarî û kêmbûna mûçeyan bêhêvîtî û bêçarebûn li gel welatiyan çêbûye.

Back to top button