“Beşdarbûna Barzanî ji bo merasîma sondxwatinê xiyante”

Welatiyên Başûrê Kurdistanê dibêjin: Beşdarbûna Barzanî ya ji bo merasîma sondxwarina Erdogan, xiyanete.

Welatiyê bi navê Sebah Mihemed derbarê mijarê de axivî û got:

Nêçîrvan Barzanî wê serdana Erdogan bike..

Ew bi xwe zilm û zordariya wî ya dijî gelê Kurd dizane, ev yek cihê şermezariyê ye.

Welatiyek din bi navê Kara jî ser heman mijarê axivî û wiha pê de çû:

“Her kesê ku piştgiriya faşîstek wek Erdogan bike, xiyanetkare..

Êdî ew Serokê Herêmê be, yan partiyek siyasî yan jî îslama biratiyê be, ferq nake.”

Kara Mihemed di dewama axaftina xwe de banga hişyarbûnê li gelê Başûrê Kurdistanê kir..

Neçîrvan Barzanî dîsa piştgiriya kujerên Kurdan Erdogan kir

Back to top button