Ciwanên Şengalê bi meşekî pêngava 1’ê Hezîranê silavkirin

Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê, bi meşekî Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin.

Ciwanê Şengalê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla, bê Serok jiyan nabe, bimre xiyanet’ berzkirin.

Her wiha ciwanan di meşê de berxwedana Mexmûrê jî silavkirin.

Di dawiya meşê de ciwanan daxuyani da ciwanan pêngava 1’ê Hezîranê silavkirin û ev peyam dan:

“Em wek ciwanên Êzidî li hember van planên qikirinê ku li ser me pêk tên, emê bêdeng nemînin û bi ruhê 1’ê Hezîranê têkoşîna xwe emê dewam bikin.”

Di dawiyê de ciwanan soza tolhildana şehîdan dan û çalakî dirûşmeya ‘Jin Jiyan, Azadî’ dawî bû.

Back to top button