Rêxistinên navdewletî bang li Australiyayê kir ku Zarokên xwe wergire

Sê rêxistinên navdewletî yên mafên mirov bang li hikumeta Istraliyayê kir ku zarokên Istralî yên çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê werbigirin.

Rêxistina Human Raights Watch, Rêxistina Efû ya Navdewletî û Rêxistina Save The Children bang li hikûmeta Istraliyayê kir ku zarokên welatiyên xwe yên DAIŞî yên li Sûriyê werbigire.

Li jêr sernavê ”Civaka Sivîl banga vegerandina zarokên Istralî dike” van rêxistinan daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê bêhtirî 60 zarok û jinên Istralî li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî hene û dive hikumeta Istralî wan werbigire.

Li Kampa Holê bêhtirî 8 hezar zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji 50 dewletî ne hene.

Gelek caran Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî banga wergirtina wan ji dewletên wan kiriye.

Heta niha derdora 8 dewletan banga Rêveberiya Xweser bich aniye û zarokên xwe wergirtine.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button