Minbic-Hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin

Hejmarek Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Bejahiya Minbicê hatin Kuştin Û Birîndarkirin.
Herweha dagirkeran gundê Reqa topbaran kir, sivîlek şehîd û 2 birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişên dewleta Tirk û bersivdayîna şervanan got:

Li hember êrîşên dewleta Tirk û di çarçoveya erkên parastina rewa de gelê Minbicê de, hêzên me çalakiyek din li dijî çeteyên dagirkeriyê li gundewarên bajarê Minbic li dar xistin.

25ê Îlonê çete li gundê “El-Seyada” yê gundewarê Minbicê bi cih bûn, amadekariyên êrîşa li ser nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundên gundewarê Minbicê dikirin.

Liv û tevgera çeteyan ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin şopandin.

Şervanên me bersiv dan çeteyan, di encama bersivdayînê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tekez kir ku ew ê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.

Dagirkeriya Tirk gundê hediriyata yê Reqa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Hediriyata ya girêdayî navçeya Hîşê ya Reqa topbaran kirin.

Di topbaranê de welatiyek şehîd bû û 2 birîndar bûn

Di encama topbarana dijwar de welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî brîndar bûn.

Hemwextî wê dagirkeran gundê Dirdara yê Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kir.

Back to top button