Şêniyên Mexmûrê hovîtiya dagirkerên Tirk a li hemberî şehîdan şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hovîtiya dewleta Tirk ya li hemberî gerîlayên tekoşîna azadiyê daxuyaniyek hat li dar xistin û wiha gotin: “Lehengên me serî netewandin û bi qeheremanî tevlî karwanên şehîdan bû.
Em jî li rex şervanên azadiyê mil bi milê gerîlayên berxwedana rûmetê ya li Zap, Avaşîn û Metîna mezin bisekinin”.

Bi amadebûna şêniyên wargehê û saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû ve hat xwendin û got:

“Her ku diçe tecrîda li ser Rêbertî zêdetir dikin.

Li hemberî gelê Kurd asta herî bilind hovîtî tê kirin.

Herî dawî êrişî goristanên şehîdên me hate kirin.

Em weke malbatên şehîdan hovîtiya van dagirkeran li beramberî zarokên xwe şermezar dikin û soza tolhildanê didin.

Emê heta dawiyê şopdarê Rêber Apo û li gel keç û xortên xwe cih bigirin.

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Çalakiya nobetê ya wargeha Mexmûrê bi koma 9’an didome

Back to top button