HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir

HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir.
Di 323 çalakiyên ji aliyê gerîlayan ve hatine lidarxistin de 134 dagirker hatin kuştin.
Gelek alavên artêşa dagirker hatin ji navbirin. 10 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a meha Tebaxê belav kir.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan bi rengekî fedaî li dijî êrişên qirkirinê şerdikin û ev tişt anî ziman:

HPG: Gerîlayên Kurdistanê îspat kiriye ku ew ê têk neçe

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi tecrubeya têkoşîna 40 salî xwe bi rêxistin kir.

Bi asta xwe û formasyona gerîlatiya sedsala 21’emîn, asta gerîlatiyê bi pêş ve biriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îspat kiriye ku ew ê têk naçe .

Di pêvajoya Cejna Vejînê de hêzên me nîşandan ku wan karibûne gerîlatiya serdemê bi serkeftî pêk bîne.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê kûrkirin, bi gavên xurt ber bi serkeftinê ve dimeşe.

Her wiha nîşan dide ku bi şopandina xeta şehîdan, ew girêdayî vê kevneşopiya şehîdên me yên nemir e.”

HPG: Gerîlayên Bakur tirsa herî mezin a dewleta Tirk e

HPG’ê di berdewamî de eşekre kir ku Gerîlayên Bakur tirsa herî mezin a dewleta Tirk e.

Têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê bi feraseteke mezin a xwedîderketin, û îradeyeke bêhempa hate meşandin.

Ev helwesta gerîlatiya Bakur, 40 sal in tirsa herî mezin a dewleta Tirk a qirker e .

HPG: Di nava meha Tebaxê de 134 dagirker hatin kuştin

HPG’ê destnîşan kir ku Dewleta Tirk bi operasyonên berfireh êrîşên xwe yên li ser Bakurê Kurdistanê didomîne .

Di heman demê de Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ji hewayî û bejayî bênavber bombe dike.

Di meha Tebaxê de; 113 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.

HPG’ê eşekre kir ku hêzên me di meha Tebaxê de jî; 323 çalakî kirin û wiha bi dawî kir :

Di encama van çalakiyan de 134 dagirker hatin cezakirin û 23 dagirker jî birîndar bûn.

Her wekî gelek alavên leşkerî hatin rûxandin, desteserkirin û derb li wan hatine xistin.

HPG: 10 gerîlayên azadiyê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê raghand ku di nava meha tebaxê de 10 gerîla jî şehîd bûn.

Back to top button