Şandeya HDP’ê li gel tîmên alîkariyê ên dildar gihiştin Semsûrê

HDP ji bo ku bikaribe alîkariya mexdûrên erdhejê bike li Semsûrê maseya krîzê ava kir. Bi vê yekê re jî gelek alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê hate komkirin. Alîkariyên ku ji Amed, Riha, Mêrdîn, Serhed û Êlihê jî hatibûn komkirin, niha li mexdûrên erdhejê tên belavkirin. Xebatkarên tendirustiyê yên dildar ku ji bajarên derdorê hatibûn jî alîkariya lezgîn didin gel.

Back to top button