Li Sûriyê encama erdhejê giran dibe

Li Sûriyê her kêlî encama bobelata erdhejê mezintir û girantir dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku di encama erdhejî li herêmên wan hezar û 262 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 285 kes jî birîndar bûn. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihan ku di encama erdhejê li tevahî Sûriyê zêdetir 3 hezar kes jiyana xwe ji dest da.

Erdheja ku navenda wê bakurê Kurdistanê bû li tevahî xaka Sûriyê jî rû da.

Herî zêde parêzgehên Laziqiye, Tertûs, Hama, Helebê û Idlibê zirar dîtin.

Li van parêzgehên navborî gelek xanî û Avahiyên pirqatî bi ser niştecihên wê de hilweşiyan û wêraniyeke mezin rû da.

Ev 2 roj û 2 şev in xebatên lêgerînê û rizgarkirina kesên ku di bin kavilan de ne bi derfertên kêm dewam dikin.

Li Sûriyê her kêlî di xebatên lêgerînê de hejmara birîndar û qurbaniyan zêde dibe.

Hîna bi sedan kes jî di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de, asê mane.

Wezareta Tenduristiyê yê Hikûmeta Şamê daneyên nû der barê erdheja li herêmên di bin kontrola wan de parve kir.

Wezaretê diyar kir ku heta niha ji ber erdhejê hezar û 262 kesî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 285 kes jî birîndar bûn.

Her wiha wezaretê da zanîn ku ev hejmar ne ya dawî ye ji ber ku xebatên lêgerînê dewam in û reşwa gelek birîndaran giran e.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê jî gelek avahî hilweşiyan..

Li Efrîn, IDlib, Babê û Ezazê bi dehan avahî bi ser welatiyan de ketin xwarê.

Heta niha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye, lê ji ber wêranî û diziya çeteyan û dagirkeriyê, tîmên derxistina xelkê di bin kavilan de tune.

SOHR: Li Sûriyê qurbaniyê erdhejê 3 hezar kes derbas kir

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR ragihand ku li tevahî Sûriyê di encama erdhejê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 135 kesî..

Back to top button