Li Iraqê salek derbas bû, lê ne hukûmeta nû û ne jî serok-komar, nehatin hilbijartin. Aloziya siyasî û nakokiyên di navbera aliyan de ku rê li ber mirinan vekir, dewam dike.
Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Muhsîn Mendelawî di daxuyaniyek ji bo medyaya Iraqê de got, 170 parlementeran daxwaznameyek pêşkêş kirine û xwestine roja 12’ê Cotmehê parlemento civînek taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû ya Iraqê pêkbîne.
Îro salek di ser hilbijartina pêşwext a Iraqê re derbas dibe.
Lê heta niha aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmetê negihiştine ti lihevkirinekê.