Lijneya reqabetê biryara neçarkirina ya parvekirina agahiyên Whatsapp’ê da rawestandin

WhatsApp di rojên dawiyê de nameyan dişîne û dibêje wê sîstema xwe nû bike.
Di vê sîstema nû de wê êdî şirketa Facebook’ê xwe bigihîne agahiyên bikarhênerên WhatsAppê.
Lijneya Reqabetê, derbarê Facebook û WhatsAppê de lêpirsîn da despêkirin û neçariya parvekirina agahiyên WhatsAppê da rawestandin.
Bêbaweriya ku WhatsApp’ê bi xwere da çêkrin hişt ku bikarhênerên wê, berê xwe bidin aplikasyonên nû.

Di nava rojên dawiyê de ji bo bikarhênerên WhatsApp’ê nameyên “Wê di aliyê rêgezên merc û nepeniyên karanîna WhatsAppê de nûbûn pêk were” derdikeve.

Li gorî nameya hişyariyê wê agahiyên bikarhênerê WhatsAppê bi şirketa Facebook re were parvekirin.

Ger vê yekê pêk neênin wê heta 8 Sibatê WhatsAppa were girtin.

Di sîstema nû de, wê agahiyên dayîna kes û cihê lê dimêne bi Facebookê re were parvekirin.

Li gorî pisporan wê name careke din di rewşeke veşartî de bimênin lê di aliyên din de wê agahî bi Facebookê re werin parvekirin.

Bi peymana nû re tê gotin, êdî ne pêkane ku xalên veşartî bimênin.

Bivî awayî wê êdî naveroka nameyên bikarhêner, bi kêre axiviye û kengê axiviye ji aliyê Facebookê ve jî were zanîn.

Lijneya Reqabetê, biryar da ku derbarê Facebook û WhatsAppê de lêpirsînê bide despêkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Lijneya Reqabetê,

Ji ber sedema bikarhênerên WhatsAppê mecbûriyeta parvekirina daneyan anîne, Lijneyê derheqê Facebook Inc, Facebook Ireland Ltd, WhatsApp Inc. û WhatsApp LLCyê (hemû bi hev ra wê weke Facebook were qalkirin) wê bi tesbîtkirina binpêkirina benda “bikaranîna xerab a rewşa serdest” a Qanûna ser Parastina Reqabetê lêpirsîna resen hat vekirin.

Lijneya Reqabetê, derbarê Facebook û WhatsAppê de lêpirsîn da despêkirin û neçariya parvekirina agahiyên WhatsAppê da rawestandin.

Ji ber nûkirina sîstema WhatsAppê bikarhênerê berê xwe dane Signal û Bip.

Zanyar di Telegram de jî şifrekirina kes ji bo kes de kêmanî dibînin.

Back to top button