Li Dêrikê pêşangeheke amûrên gelêrî

Li Dêrikê pêşangeheke amûrên gelêrî hatin vekirin.  Di pêşangehê de 300 amûrên çandî yên kevnar û destkarî hatin pêşandan.

Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rubarya ya li navçeya Dêrikê pêşangeha amûrên gelêrî û destkariyan li Dibistana Şehîd Dêrsim Umren vekir.

Komîteya pêşangehê got ku wan amûrên gelêrî ji şêniyên gundên Rubarya û Carudiye yên li navçeya Dêrikê kom kirine.

Di pêşangehê de zêdetirî 50 tabloyên şagirtê bi navê Silêman Îbrahîm hatin pêşendan.

Silêman Îbrahîm ji gundê Rubaryayê ye ku di encama nexweşiya kanserê de di îlona borî de jiyana xwe ji dest da.

Şêniyên gundên meclisa bajarokê Berav û Dêrikê dikarin di dirêjahiya 3 rojan de serdana pêşangehê bikin.

Back to top button