Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Adil Cuma hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Adil Cuma Zerîf oxirkirin. Di merasîmê de nasnameya şervanekî din yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê hat eşkerekirin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Adil Cuma Zerîf şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a li başûrê bajêr.

Li goristanê, piştî merasîma leşkerî gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku şehîdan ji bo rizgarkirina axa xwe ji destê terorîstan canê xwe feda kirin.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nasir Çeqelan bi nasnav Hirêtanî eşkere kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Adil Cuma Zerîf di nava slogan û tililiyên dayikan de hat oxirkirin.

Back to top button