KCK: Divê bi lezgînî ji Rêber Apo agahî were girtin

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê destnîşan kir ku gelê kurd li gel hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê û Rojhilata Navîn û raya giştî li ser mijara tendiristî û ewlehieya Rêber Apo divê tim têbikoşe û bi lezgînî ji Rêber Apo agahî were standin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê têkildarê î xeteriya belavbûna vîrûsa koronayê li girtîgehan û rewşa Rêber Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

Vîrûsa koronayê ku li hemû cîhanê berbelav bûye li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî pir lez belav dibe.

Vîrûs li deverên ku mirov bi hev re lê dijîn, bi hev re lê dixebitin û çalakîtî tê kirin bileztir berbelav dibe.

Ji ber vê tê gotin li girtîgehan rîksa berbelavbûna vîrûsê zêdtir e.

KCK’ê diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa koronayê li girtîgehên Tirkiyê serdanên malbatan hatiye qedexekirin, axaftinên bi telefonan jî heftiyê bûne du car.

Her wiha KCK’ê di nirxandina xwe de balkişand li ser rewşa Rêber Ocolan jî û got:

Rêberê Ocalan li Imraliyê nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û li gel ku hatiye xwestin jî nikare bi telefonê jî biaxive, niha derbarê tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd ti agahî nayê standin, gelê me dixwaze derheqê tendiristî û ewlehiya Rêberê APO agahiyê bistîne.

KCK’ê destnîşan kir ku qanûna înfazê ya ku desthilata AKP-MHP amedekiriye girtiyên siyasî, ku piranî Kurd in, bimirine re hiştine û got:

Di serî de ciwan û jin û hemû gelên azadî xwaz divê Têkoşîna ji bo tendiristî û ewlehiya Rêber Apo û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn e bidomîne.

KCK: Erka hemû mirovahiyê ye ku xwedî li Rêber Apo derbikevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:

Rêber Apo rastiya kapitalîzmê û şêwazê hilberîna wê diyar kiribû ku wê li serê hemû mirovahiyê bibe bela.

Di vî warî de tenduristî, ewlehî û mercên azad ên xebatê yên Rêber Apo di serî de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn re xizmetê bike.

Divê gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê di mijara tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de di nava têkoşînê de be û bi lezgîn agahiyek ji Rêber Apo bê girtin.

Back to top button