Li Cîhanê rewşa awarte ya ji ber belavbûna vîrûsa corona, di asta herî bilind de dewam dike.
Li Cîhanê qurbaniyên vîrûsê sedhezar kes derbas kir û nêzî milyonek û 700 hezar jî bi vîrûsê ketine.
Li Amerîkaya ku bûye navenda yekem ya belavbûna vîrûsê, heya niha nêzî nîv milyon kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 18 hezar kes jî mirine
Zanîgeha Johns Hopkins a Amerîkî îro raghand ku di 24 seatên dawî de li Amerîkayê 2 hezar û 100 kes bi vîrûsê mirine.
Bi vê yekê jimara kesên bi vîrûsê mirin dibe 18 hezar 585 kes.
Bi zêdebûna nexweşên vîrûsê, Trump gefê li rêxistina tendurstî ya cîhanî dixwe û radighîn ku wê desteke madî bi rêxstinê re bisekinîne.
Trump raghandibû ku wan 500 milyona dolar da bû rêxstinê.
Parzemîna Ewropa jî dibe navenda duyam ya belavbûna vîrûsê û welatê ku herî zêde ziyan dîtiye Îtalya ye.
Li vir 19 hezar kes bi vîrûsê mirin, lewma Trump diyar kir ku ew ê bi awayekî lezgîn alîkariya wê bike.
Li Almanya jî îro 4 hezar kesên din bi vîrûsa coronayê ketin.
Her wiha Çînê navneda serke ya derketina vîrûsê, teqez dike ku ji sedî 94 ji vîrûsê başbûne.
Ji tedbîrên pêşîgirtina vîrûsê, û kesên ku biryara nedrketina ji malê bicih naynin, Koriya Başûr raghand ku ew bazinê Elkitronîk li wan bisepînin.