Dewleta Tirk kesên bi Corona ketine derbasî Girê Spî dike

Çavkaniyên taybet ji hundirê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku artêşa Tirk dagir kirine, diyar kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Vîrûsa Corona nehatine girtin û dewleta Tirk bi zanebûn kesên bicoronayê ketine dişîne Girê Spî.

Li herêmên hatine dagirkirin, çûn û hatin zêde heye, tu biryarên qedexekirina derketina derve tune ne, her wiha gelek kes bêyî ku werin teşxîskirin bi rêya deriyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, derbasî van herêman dibin.

Duh hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid diyar kir ku artêşa Tirk kesên li Tirkiyê bi Vîrûsa Corona ketine, dişîne bajarê Girê Spî da ku li vir jî nexweşî berbelav bibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina ji Koronavîrusê deriyên sînor û deriyên nêzî herêmên dagirkirî girtine û ji 23’yê Adarê de qedexeya derketina derve ferz kiriye.

Back to top button