Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Kesk a Kurdistanê ji bo şehadeta Qasim Engîn sersaxî ji PKK’ê re xwesti.
Partiya Komunîst a Kurdistanê destnîşan kir ku şehîd Qasim Engîn ji tevgerên rizgariyê re mînak bû.
Her wiha tekez kir ku ew bi destê faşîzma Tirk hate şehîdkirin.
Partiya Kesk a Kurdistanê ji PKK’ê re sersaxî xwest
Partiya Kesk a Kurdistanê jî bi heman armancê sersaxî ji PKK’ê xwest.
Partiya Kesk di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ew ê ji bo pêkanîna armancên gelê Kurd destekê bidin PKK’ê.
Partiyê diyar kir ku her car dewleta Tirk bi hedefgirtina kesayetên têkoşer faşîzma xwe îsbat dike.
Partiya Kesk a Kurdistanê kuştina kesayeta welatparêz Qasim Engîn ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.