Bertekên gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê zêde dibin.
Ciwanên Meclisa Ermenî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
Ciwanan eşkere kirin ew ê bi hevgirtina gelê herêmê hemû planên dagirkeran têk bibin.
Meclisa Civaka Ermenî ya li kantona Hesekê li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk hatin bibîrxistin û hate gotin:
“Armanca êrişên dagikeriyê ew ê ku neteweya Demokratîk û biratiya gelan derb bike.
Lê gelê herêmê xwe bi axa xwe ve girtin û hemû hewldanên dewleta Tirk pûç kirin.”
Meclisa Civaka Ermenî diyar kirin ku ew ê bi hevgirtin û yekîtiya xwe hemû planên dagirkeran têk bibin û gotin
“Em ê li ser şopan şehîdan bişopînin heta ku em bighêjin armancê xwe û hemû herêmên
dagirkirî rizgar bikin.”