Li Tirkiyê dema hilbijartina rêveberiyên herêmî hat weşandin

Li Tirkiyê teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên ku wê 31’ê Adarê bên kirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Dîroka destpêkirina teqwîma hilbijartinê 1’ê Çileya 2024’an despê dike.

Li gorî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin;

1’ê Çileya 2024’an weke roja destpêkirina teqwîma Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî hatiye diyarkirin.

Li gorî teqwîmê; partiyên siyasî yên ku wê tev li hilbijartinê bibin wê 2’ê Çileyê bên ragihandin û cihên wan ên di pisûlaya dengan de jî di 27’ê Çileyê de ji aliyê YSK’ê ve bê diyarkirin.

Divê partiyên siyasî serlêdanên lîsteyên namzetên şaredariyên bajar û navçeyan, namzetiya meclisên şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajaran heta roja 20’ê sibatê saet 17.00’an radest bikin.

Propaganda û qedexeyên hilbijartinê wê 21’ê Adarê dest pê bikin û 30’ê Adarê saet di 18.00’an de bi dawî bibin.

Dawiya qedexeyên hilbijartinê weke 31’ê adarê saet 23:59 hate diyarkirin.

Back to top button