Şêniyê Reqayê cenazeyê şehîd Fîras û Ehmed oxirkirin

Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Fîras El-Semran û Ehmed El-Mustafa oxirkirin.
Şêniyên Kobanê jî sersaxî dan malbatên şehîdên QSD`ê Ciwan Efrîn û Koçer.
Li Helebê jî ji bo gerîlayêk şehîd konê sersaxiyê hat vedan

Îro li herêmê merasîmên oxirkirinê û sersaxiyê ji bo şehîdan hebûn.

Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyên şehîdên Hêzên Asayişê Fîras El-Semran û cenazeyê şehîdê Lîwa El Şemal El Demokratî Ehmed El-Mustafa oxirkirin.

Di merasîmê de kesên axivîn soza têkoşîna ji bo pêkanîna armancên şehîdan dan

Piştre wesiqeya şehîdan radestî malbetê hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşmeyan hatin oxirkirin.

Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbata şehîd Ciwan Efrîn û Koçer

Li Kobanê jî ji bo şehîd Ciwan Efrîn û Koçer konê merasîmên sersaxiyê hebûn.

Di merasîman de ji malbata şehîdan re sersaxî hate xwestin û hate gotin:

Bila dijmin baş bizane bi hevgirtin gelê xwe em ê her di nava berxwdanê de bin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ” Şehîd Namiren” bi dawî bûn.

Li Helebê ji bo gerîlayê şehîd konê sersaxiyê hat vedan

Li aliyê din ji bo gerîlayê HPG’ê Mezlûm Dijwar jî konê sersaxiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vedan.

Şênî,endamên saziyan û partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Endama Meclisa Giştî ya PYD Emîne Bêrem axivî û bal kişande li ser têkoşîna gerîla

Back to top button