Êriş û topbarana dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên li ser herêmê îro jî dewam kirin. Dagirkeran gundên Til Temir û Minbicê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawayê a Efrîna dagirkirî topbaran kir.
Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.
Dagirkeran gundên Til Temir û Minbicê topbaran kirin
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku serê vê sibehê 6 top li gundê Um Edesê yê li bakur û rojavayê Minbicê ketin.
Topbaranê heta piştî nîvro jî dewam kir.