Rejîma Îranê êrîş bir ser komeke kolberan, yekî jiyana xwe ji dest da

Li herêma sînor ê Baneyê hêzên rejîma Îranê komek kolber gulebaran kir, di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Nûçeyên Kolbernews, êvara Pênçşemê, hêzên Komara Îslamî ya Îranê, li sînorê Meran a ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrişî bir ser komek kolberan.

Di encamê de kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadir ê xelkê Bane jiyana xwe ji dest da.

Back to top button