Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Efrînê di encama çalakiya wan de çeteyekî Tirkiyê hatiye kuştin û 6 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE`yê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
19`ê Hizêranê, yekîneyek me li ser rêya di navbera herêma “dewara Kawa” û herêma “Qews” li navenda bajarê Efrînê çalakiya sabotajê lidar xist.
Çalakî li dijî dewriyekê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ji 3 seyareyan pêk dihat pêk hat.
Di encamê de çeteyek hat kuştin.
4 ji wan giran 6 çete birîndar bûn.
Her weha 2 seyare jî derbe xwarin.