KONGRA GEL banga tevlîbûnê li tevahî gelê Kurd kir

KONGRA-GEL ji bo meş û mîtîngên ku di 5-6-7’ê Kanûnê de bi armanca yekîtiya netewî pêk werin, banga tevlîbûnê kir. KONGRA GEL bang li hemû partî, sazî û rêxistinên gelê Kurd jî kir ku ji bo hêvî û daxwazên gelê kurd pêk werin bi awayekî çalak di yekîtiya neteweyî de cîh bigirin.

Nûnerên Platforma “Defend Rojava” ku gelek partî û saziyên civakî endamê wê ne, ji bo tevlêbûna “meşa yekîtiya neteweyî û berxwedanê” wê 5 û 6’ên Kanûnê ji Lozan’ê heta Cenevre’yê du rojan bimeşin.

7’ê Kanûnê jî li hemû cîhanê, li bajarên ku gelê Kurd lê dijîn, bi pêşengiya komîteyên netewî yên herêmî, bi slogana “Ji bo têkbirina dagirkeriyê, yekîtiya neteweyî ava bikin” wê meş û mîtîng bên lidarxistin.

KONGRA-GEL jî bi daxuyaniyeke niviskî banga beşdarbûnê li tevahî gelê kurd kir.

KONGRA GEL îşaret bi êrîşên dewleta tirk a dagirker yê li ser kurdistanê kir û wiha got:

“Êrişên dijmin tenê li ser Rojava nîne, bi giştî li ser hemû destketiyên gelên Kurdistanê ye. Bi vê zanêbûnê gelê Kurd jî bi rihekî neteweyî li Rojava xwedî derket û daxwaza xwe ya yekîtiya neteweyî geş kir.

Li Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, gelê me bi pêşengiya hûnermend û rewşenbîran helwesteke pîroz nîşan da, malên Tirkiye boykot kir, bi çalakiyên cûr bi cûr vê helwesta xwe ya neteweyî dewam dike.”

KONGRA GEL ji bo parastina nirxên Kurd û Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û
weha anî ziman:

“Îro gelê Kurd bi “Şoreşa Rojava” di rojeva cîhanê de ye. Eger em gelê Kurd bi yek deng bin, em dikarin ji cîhanê piştgiriya herî mezin bistînin û êrişên dagirkeran jî têk bibin. Gelê Kurdistanê bi yekîtîya neteweyî re dikare dagirkeran têk bibe û di çar aliyên Kurdistanê de çareseriyê bi dest bixe.”

KONGRA GEL ji gelê Kurd xwest ku daxwazên xwe bi çalakî û berxwedanê geş bike û ji bo bibin yek li ser partî û saziyan zextê bike.

KONGRA GEL ev bang kir: “Ji bo hevî û daxwaziyên gelê Kurd yê sed salan û yê Bakûr û Rojhilatê Suriyê pêk were, hemû cîhan dengê gelên Kurdistanê ya yekîtiya neteweyî bibihîze divê tevahî gelê kurd bi tevlêbûneke mezin beşdarî vê pêvajoyê bibe.”

Leave a Reply

Back to top button