Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li navçeya Eyn Îsayê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xistin.
Meş bi tevlîbûna şêniyên bajar û herêmên Reqa, Dêrazor, Kobanê, Minbicê, Tebqayê û koçberên herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine pêk hat.
Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Abid Hamid El-Mihbaş xîtabî girseyê kir.
El-Mînbaş bibîrxist ku QSD’ê di şerê li dijî terora ku dewleta Tirk de bi hezaran şehîd dan û weha got:
Piştî binketina planên DAIŞ’ê, Erdogan bi hinceta avakirina “herêma ewle” artêşa xwe û çeteyên girêdayî xwe derbasî Sûriyê kir.
El-Mînbaş destnîşan kir ku armanca vê guhertina demografiya herêmê ye û ev plan wê aloziya li Sûriyê demdirêj bike.
Abid Hamid El-Mihbaş bang li Rûsya kir ku berpirsyariyên xwe bi cîh bîne, rola xwe ya navbeynkar bilîze û yekalî tevnegere.