DAIŞ’ê li Îranê êrişê mizgefte kî kir 15 kes kuşt

Çeteyên DAIŞ’ê êrişê Gora Olî ya Seyîd Ehmed Musa ku ji bo şiayên li Îranê pîroze kir.
Di encamê de 15 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn. 

Cîgirê Waliyê parêzgeha Fars a Îranê Îsmaîl Muhîbî Pur derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got:

“Îşev êrişek çekdarî li ser Gora Olî ya Seyîd Ehmed Musa hat kirin.

Pur diyar kir ku kesên çekdar bi çekên kelaşînkof ziyaretkarên gorê gulebaran kirine.

Îsmaîl Muhîbî Pur eşkere kir ku li gor agahiyên destpêkê 15 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.

Li gor ajansa nûçeyan a Îranê, heta niha du êrişkar hatine girtin û lêgerîna ji bo êrişkarê sêyem jî berdewam dike.

Herîdawî çeteyên DAIŞ”ê bi dawxuyaniyeke vê êrişê girtin li ser xwe.

Back to top button