Mistefa Osaman temenê xwe di nava têkoşîna rizgariya Kurdistanê de buhurand

Kesayetê welatparêz Mistefa Osman ê ji Kobanê ku bi navê ‘Çelo’ tê naskirin, di temenê xwe yê 75 salî de wefat kir. Mistefa Osman îro bi merasîmekê hat oxirkirin.

Mistefa Osman sala 1948’an li gundê Kor Elî ê Kobanê ji dayik bû.

1975’an neçar ma biçe Bakurê Kurdistanê û li wir tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir.

Di pêvajoya derbasbûna rêber Ocalan bo Rojava, kedeke mazin da.

Pê re jî mala xwe ji Dîlokê anî gundê xwe Kor Elî yê Kobanê.

Mistefa Osman li Akademiya Ş. Mahsûm Korkmaz perwede dîtiye.

Sala 1990, ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî hewldana suîqestê hat. Ji ber vê neçar ma ku mala xwe bibe taxa Eşrefiyê ya Helebê.

Li Helebê jî tevî zextên hikumeta Şamê, têkoşer Mistefa Osman xebata xwe dewam kir.

Lê 1997’an ji aliyê hikumeta Şamê ve hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma.

Dema derdikeve, karê xwe nava tevgera rizgariya Kurdistanê didomîne.

Piştî têkoşîna 22 salan, têkoşer Mistefa Osman, 1’ê Sibatê ji ber nexweşiya şekir wefat kir.

Back to top button