Desteya Oldarên Êzidiyan li ser rewşa Êzidiyan û Şengalê civiya

Desteya Oldarên Êzidiyan li Şengalê di derbarê rewşa Êzidiyan de çiviya û bi daxuyaniyekê ragihandin ku kesên îxanet li ola xwe kirine, divê werin cezakirin.
Her wiha Desteyê têkildarî hevdîtinên ku Hazim Tehsîn Beg li ser navê Êzidiyan dike jî red kir û got: “Hemû serdanên Hazim ên bi navê Êzidiyan, em qebûl nakin..”

Desteya Oldarên Êzidiyan derbarê rewşa Êzidiyan û Şengalê de,civînek li dar xist.

Desteyê piştî civînê daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê.

Di civînê de naskirina jenosîta Êzidiyan ji aliyê Elmanyayê ve, her wiha hevdîtinên Hazim Tehsîn Beg û girtina sîxurên MÎT û PDK’ê hatine nişaqşkirin.

Li ser van mijara di daxuyaniya desteyê de ev yek hat ziman:

Desteya oldarên Êzidiyan: Naskirina komkujiya Şengalê cihê kêfxweşiyê ye

“Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’yan de gelê êzidî rastî fermanê hat.

Naskirina vê qirkirinê wek jenosît erka li ser her welatekî ye.

Em bi biryara naskirina komkujiya li ser Êzidiyan ji aliyê Elmanyayê ve keyfxweşin û pîroz dikin.

Lê benda 7’an ku tê de ‘Pêwîste Zarokên bavê wan DAÎŞ’î ne vegerin nav civaka Êzidî’ qebûl nakin û em hêvîdarin ku ev bend bê sererastkirin..”

Desteya oldarên Êzidiyan: Serdanên Hazim Tehsîn li ser navê Êzidiyan em red dikin

“Bi navê Mîrê Êzidiyan, Hazim Tehsîn Beg hevdîtina bi dewleta Tirk re dike. Her kes dizane dewleta Tirk dijminê koka Êzidiyan e.

Hemû serdanên Hazim ên bi navê Êzidiyan, em red dikin û qebûl nakin.

Her wiha hin mijarên esasî ku ji bo Êzidiya xetên sorin, Mîr dixwaze destkariyê tê de bike, ev yek jî nayê qebûl kirin.”

Desteya oldarên Êzidiyan: Divê sîxurên hatin girtin werin cezakirin

Di daxuyaniya Desteya Oldarên Êzidiyan de her wiha hate diyarkirin ku sîxurên ji aliyê hêzên YBŞ’ê ve hatine girtin pêwîste kes li wan xwedî dernekeve, divê werin cezakirin.

Back to top button