Şervanê QSD’ê Firas Berkel li Kobanê hat oxirkirin

Bi sedan Şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Firas Berkel li goristana şehîd Dicle oxir kir.

Şervanê QSD’ê Firas Berkel dema li ser erka xwe bû, li bajarê Tabqa şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana şehîd Decle li dar xist.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Tabqayê û PYD’ê axaftin hatin kirin û wiha hate gotin

” ji bo gelê xwe ji zilm û zordestiyê rizgar bike, şehîd bi xwîna xwe dîrok dinivîse û canê xwe feda dike”

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd hat oxirkirin.

Back to top button