Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê 5 şervanên xwe yên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn û got:Hevrêyên me bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê reng û karakterê berxwedanê diyar kirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 5 şervanên xwe ragihand.
YPG’ê got:
Şervanên me ji sala 2013’an û vir ve li hember komên çete têkoşîneke bê hempa dan meşandin.
Ji bo parastina nirxên şoreşa me, ne tenê gelê herêmê, li çar beşên kurdistanê ciwan tevlî nav refên YPG û YPJ bûn.
Hevrêyên me Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan ku her yek ji beşekî welatê me ye, di dîrokên cuda de tevlî nav hêza me bûn.
Hevrêyên me bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê reng û karakterê berxwedanê diyar kirin, bi sekna xwe ya bi biryar serketinên mezin afirandin û gihîştin şehadetê.
Navenda Ragihandinê ya YPG sersaxî ji malbatên şerhîdan re xwest û soza domandina riya şehîdan heta gihandina serkeftinê da.
Gor daxuyaniyê, nasnameya şehîdan weha ye…
Nasnav: Agir Helebçe
Nav û Paşnav: Mihemed Mihdî
Navê Dê: Alwan
Navê Bav: Mihdî
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Adar 2018
Nasnav: Armanc Kerboran
Nav û Paşnav: Abdurrahîm Akay
Navê Dê: Halîme
Navê Bav: Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Sibat 2019
Nasnav: Serhildan Sason
Nav û Paşnav: Adem Îrtem
Navê Dê: Zîynet
Navê Bav: Yasîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Adar 2020
Nasnav: Simko Şikakî
Nav û Paşnav: Xelîl Bîlen
Navê Dê: Aliye
Navê Bav: Murad
Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Çile 2019
Nasnav: Tolhildan Derwêş
Nav û Paşnav: Furkan Sezgîn
Navê Dê: Halîme
Navê Bav: Remezan
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Çile 2019