Vê sibehê Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov derdora bajarokê Til Rifetê bombebaran kir.
Hat raghandin bombe li malekê ketine û di encamê de zirarên madî çêbûne.
Şevê din jî dagirkeran bi dijwarî gundên Mielek, Cedîde û Kampa Eyn Îsa topbaran kirin .
Ji derveyî wan, Artêşa Tirk bi topan êrişî gundên Tawîle û Til Tawîl ên Til Temirê jî M4 kir.
Di hemanrojê de, gundên navçeya Zirgan jî weke her roj dan ber topan.
Di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên şêniyan.