Jeremy Corbyn: Divê tu kes li hember dagirkeriyê bêdeng nemîne

Dostên Kurdan jî li ber êrişên dagirkeriyê radibin û helwestên xwe nîşand didin.
Siyasetmedarên Brîtanî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û bang li dewleta Tirk kirin ku ji Başûrê Kurdistan û Rojava derkeve.
Endamê Fermandariya Tevgera Koş a Nûbiyan jî, ji welatên ereban xwest ku li hemberî dagirkirina axa Iraqê xwedî helwest bin.

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê, ji raya giştî ya cîhanî jî nerazîbûn tên nîşandan.

Dostên Kurdan li dijî van êrişan ne razî ne û helwestên xwe nîşand didin.

Parlamenterê Brîtanî Jeremy Corbyn جيرمي كوربن nerazîbûn nîşanî êrişên Trkiyê yên li dijî başûrê Kurdistanê da.

Corbyn bal kişand ser hevkariya bazirganiya çekan a hikumeta Brîtanyayê ya bi dewleta Tirk re û ev hevkarî şermezar kir.

Jeremy Corbyn anî zîman ku dewleta Tirk bi van êrişan mafên bingehîn ên mirovî yên gelê Kurd binpê dike.

Parlamenterê Brîtanî bang li Tirkiyê kir dev ji van êrişan berde û bang li Brîtanyayê jî kir ku dest ji dayîna çekan berde.

Ogmundur Jonasson: Divê li ser cihên bikaranîna çekên kîmyewî OPCW dest bi lêkolînê bike

Ogmundur Jonasson serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê jî bertek nîşanî êrişan da.

Jonasson got:

“Divê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di bin siya şerê Ukraynayê de neyên paşguhkirin.”

10 roj in ku dewleta Tirk li dijî başûr êrişên dijwar pêk tîne, di van êrişan de çekên Kîmyewî jî bi kar tîne.

Derbarê mijarê de Ogmundur Jonasson bang li Rêxistina Pêşîgirtina li Çekên Kîmyewî OPCW kir ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî dest bi lêkolînê bikin .

Nûbiyan Şihab Ebas: Divê wlatên Ereban li hemberî dagirkirina axa Iraq û Sûriyê xwedî helwest bin

Endamê Fermandariya Tevgera Koş a Nûbiyan (Nubian Kush) û Alîkarê Kordînatorê Giştî yê Parzemîna Afrîkayê Şîhab Ebas jî darbarê êrîşan de axivî û got:

“Armanca dewleta Tirk tunekirina tevgera rizgarîxwaz û gerîla ye.

Dixwazin gelê Kurd bifetisînin.

Bi van êrişan zagon û peymanên navneteweyî têne binpêkirin û hevkarên van êrişan rêveberên Herêma Kurdistanê ne. ”

Ebas derbarê lihevkirina welatên Ereb ya li hember êrişan jî got:

“Kombûyîna weletên Ereb, vê yekê şermezar dike, lê mekanîzmaya wan a çareserkirina destwerdana leşkerî ji bo parastina welatên Erebî û sînorên wan nîne.

Bertekên wan li hember êrişên dewleta Tirk, bi newêrekî ne.

Divê ereb li hemberî dagirkirina li ser xaka Iraqê bibin xwedî helewsteke xurtir.

Divê welatên Ereb, piştgirî bidin têkoşîna Kurdan, da ku tevgerên faşîzma Tirk, yên li Iraq û Sûriyê sînordar bibin.

Back to top button