KCK derbarê karanîna çekên kîmyewî de daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî jî di nav de bi her cûreyî li dijî mirovahiyê sûc dike û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin.
Her wiha ji bang li şandeyên serbixwe jî kir ku werin qada şer lêkolîn bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê karanîna çekên kîmyewî li dijî gerîla daxuyaniyek da û got:

Wek tevgera azadî beriya niha jî me bi dehan caran daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne.

Lê berteke têrker li dijî sûcên dewleta dagirker derneket, dewleta tirk sûcên xwe berdewam kir.

Ji ber wê jî Fermandariya Navenda Parastina Gel hin dîmenên di destê xwe de ku sûcên dewleta Tirkiyê ispat dike parvekir.

Hemû cîhan sûcên dewleta dagirker dît”.

“Fîncanci û rojnamevan ji ber sûcên Tirkiyê eşkere kirin hatin binçavkirin”

KCK’ê diyar kir ku piştî dîmenan hin sazî û keseyatên we Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Sebnem Korûr Fîncanci helwesta xwe nişandan û wiha domand:

“Sebnem Korûr Fîncanci wek bijîşkek ji ber ku bû dengê heqîqetê û karanîna çekên kîmyewî parvekir bû hedefa dewleta tirk a dagirker.

Her wiha rojnamevanên ku hatine binçavkirin ji ber sûcên dewleta Tirk ji raya giştî re parvekirin hatine binçavkirin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê wê nikaribe bi girtin û zextê sûcê xwe veşêre.”

KCK’ê diyar kir ku her çendî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi panîk û daxuyaniya sûcê xwe red bike jî lê herkes dizane ku dewleta tirk li dijî kurdan sûcê mirovahiyê kiriye û dike.

KCK: Daxuyaniya artêşa dagirker derveyî rastiyê ye

KCK’ê balkişand li ser daxuyaniya artêşa dagirker û got:

Hîn di bîra gelê kurd de ye ku dewleta qirker li Dersîm, Geliyê Zîlan, di salên 90’ê gelek deverê kurdistanê, herî dawî jî 17 hevalên me bi çekên kîmyewî şehîd xistin.

Lê netenê 17 heval, di bîlançoya salekî ya şerê Avaşîn, Zap Metîna de heta niha 80 hevalên me bi çekên kîmyewî şehîd ketine.

Ji bo wê daxuyaniya artêşa dagirker derveyî rastiyê ye. Ev artêş sedan sale li dijî kurdan çekên kîmyewî kartîne.”

KCK: PKD hevkarê vê sûcê dewleta dagirker e

KCK”ê diyar kir ku di vê sûcê de jî PDK hevkare û wiha bedewamî da axaftina xwe:

“Şandeyên ku xwestin lêkolîn bikin PDK asteng kir nehîşt ev şande werin cihê bûyerê. PDK vi satengkirina şandeyan ve hevkariya xwe piştrastkir.”

 “Divê di serî de OPCW NY her kes li dijî vê sûcê bikeve nav liv û tevgerê”

KCK”ê di dawî de ji bo ev bang kir:

Ev çekên ku dewleta Tirk kartîne yên DYA, Ewropa û Natoyê ye.

Divê di serî de OPCW, NY hemû kes li dijî vê sûcên dewleta dagirker bikeve nava liv û tevgerê û bi erka xwe rabe.

Bêdengî tê wateya hevakariyê.

Ji bo rastî derkeve holê divê şandeyên serbixwe werin gadên şer, cihê bûyerê lêkolîn bikin.

Ji xwe HPG”ê beriya niha ragihandibû ku ji bo lêkolînê çi bikev li ser milê wan ewê bi şandeyan re alîkarbin.”

Back to top button