Biden: Ji bo dema derbasbûna rêveberiya nû astengiyan derdixe

Serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden, Trump bi derxistina astengiyan li pêşiya rêveberiya wê ya nû tewambar kir.
Biden got, ji ber van polîtîkayan gelek saziyan ziyan ditiye.

Joe Biden di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ku li Delawere dayî de anî ziman ku bi taybet di aliyê wezareta Parastinê de astengî têne derxistin.

Biden diyar kir ku Trump di vê dema derbasbûnê de ji wan re zehmetiyan derdixîne û wiha got:

Ji bo parastina DYA gelek saziyên welat ji vê yekê bandoreke zêde dibînin.

Di warê parastinê de, rêveberiya Trump agahiyên pêwist bi mere parve nakin.

Ev derengmanîn jî ji bo welatên dijmin dibin fersend.

Serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden daxwaz ji hikumeta Çînê kir ku di warê bazirganî, teknolojî û mafê mirovan de bi hevalbendên Amerîkayê re koalisyonekê ava bikin.

Back to top button