Li Fransa bi hezaran hatine binçavkirin

Li Fransa şewat kêm nabe.
Tarîtiya şevê ya li kolanên Fransa bi agirê xwepêşandêran ronî dibe.
Heta niha di xwepêşandanan de bêtirî 3 hezar û 400 kes hatine binçavkirin.
Her wiha li gorî texmînên komeleya kardêran herî kêm milyarek euro zirara madî çêbûye.

Li Fransa hesabê kuştina zarokê 17 salî Nahel M. ji dewletê tê xwestin.

Ev hefteyeke tevî paytext Parîs li gelek bajarên Fransa xwepêşandan pêk tên.

Li gorî agahiyên ku hikumetê parvekirî, di encama bûyeran de bêtirî 3 hezar û 400 kes hatine binçavkirin û 684 polîs û îtfaiye jî birîndar bûne.

Televîzyona Fransî BFMTV diyar kir ku di nav kesên hatine binçavkirin de kesên ku sewqî dadgehê hatine kirin û yên ku bi kelepçeya elektronîk hatine cezakirin jî hene.

Komeleya Karsazên Fransayê ya herî mezin Tevgera Karsazên Fransayê (MEDEF) diyar kir ku zirara madî ya ji ber çalakiyên protestoyî mîlyarek euro derbas kiriye.

Li Fransa ji ber xwepêşandanan mîlyarek euro ziyana madî çê bû

Serokê MEDEF Geoffroy Roux ji rojnameya Le Parisien re axivî û got,

“Hê zû ye ku em jimareke rast bidin, lê em difikirin ku zirar ji milyarek zêdetir e.”

Roux anî ziman ku ev xwepêşandan ziyanê li welat dike û di warê aborî de jî bandora xwe heye.

Li gorî texmînên Komeleya Veguhastinê ya Ile-de-France (IDFM), lêçûna otobusên şewitîn û zirarên din tenê li Parîsê “herî kêm 20 mîlyon euro” ye.

Bi hinceta binpêkirina pîvanên trafîkê di 27’ê Hezîranê de ciwanekî Cezayîrî Nahel M. ê 17 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin û piştre bûyeran destpê kirin.

6 hezar wesayit, 1100 avahî hatin şewitandin

Di nava 7 rojên derbasbûyî de, xwepêşandêrên li dijî vê daketn qadan, hêrsa xw nîşanî hikumetê da.

Li gorî bîlançoya giştî ya Wezareta Karên Hundir;

12 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin,

Nêzî 6 hezar wesayit hatin îmhakirin

Zêdeyî 1100 avahî xisar dîtin an jî hatin hilweşandin.

Hemwextî xwepêşandanan, talankirin jî pêk hatin.

Dexta xwepêşandanên li Fransa dadikeve

Xwepêşandan şeva Duşemê jî dewam kirin.

Xwepêşandanên li Nanterre ya banliyoya Parîsê ku Nahel M. lê mir, li gorî êvarên berê bêdengtir bû.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, li herêma Parîsê 17 kes hatin binçavkirin.

Li herêmê şevê din 40, hefteya borî jî 400 kes hatibûn binçavkirin.

Li seranserê welêt 45 hezar polîs hebûn.

Macron wê bi serkokên 200-300 şaredaran re bicive

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo nirxandina encamên bûyeran dê şaredarên 200-300 bajar û bajarokên ku xwepêşandan lê zêde bûn re bicive.

Hikumetê di daxuyaniyekê de got,

Macron dixwaze piştevaniyê bike.

Li Fransa şeva 6’an: Bêtirî 5 hezar wesayit, hezar avahî hatin şewitandin

Back to top button