Li Til Hemîsê Hêzên Ewlekariya Eundirîn endamên tevneke talana şûnwaran dikin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Til Hemîs ê girêdayî herêma Cizîrê, endamên tevneke qaçaxçiyên şûnwaran girtin.

Komîteya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî hêzên ewlekariyê, li ser rêya Til Hemisê hin kesên ku bazirganiya parçeyên şûnwaran dikir, girtin.

Rêveberiya Komîteya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku di encama lêpirsînên destpêkê de, navên 6 kesên din ên girêdayî heman tevnê bi dest xistine.

Hat diyarkirin ku li cem van kesan, hin pereyên kevin ên hesin û bronz û parçeyên şûnwaran ên bi wan re jî hatine girtin.

Rêveberiya komîteyê diyar kir ku ji li dijî vê komê tedbîrên pêwîst werin girtin, hemû endamên tevnê veguhestine Komîteya Îdia û Lêpirsînê.

Leave a Reply

Back to top button