Ji Seul bo Pyongyanê: Êrişek nukleerî wê bibe sedema bakur xwe bi destê xwe tine bike

Hewildanên Koreya Başûr ya ji bo razîkirina Koreya Bakur encam negirtin. Ji ber vê yekê careke din ji rêveberiya Seulê bo Pyongyangê hişyarî derdikevin.Rêveberiya Seulê got: Bikaranîna çekên nukleerî wê Koreya Bakur tune bike.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr Moon Hong Sik derbarê qanûna ku Koreya Bakur a ji bo bikaranîna çekên nukleerî derxistî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Moon destnîşan kir ku di rewşek bikaranîna van çekan de wê hevalbendê wan Amerîka yekser bersiv bide û ev yek wê bibe sedema Koreya Bakur bi xwe, xwe tine bike.

Moon bal kişand ku hewldanên rêveberiya Pyongyangê ji bo enerjiya nukleerî wê bloka li dijî Koreya Bakur hîn zêdetir bike û got;

Ev yek jî wê kapasîteya parastinê ya Amerîka û Koreya Başûr zêde bike.

Ji aliyê din ve Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku ew dijminatiya Koreya Bakur nakin û balê dikişînin ser bêçekkirina vî welatî.

Her wiha ew di parastina Koreya Başûr de jî bi biryar in.

8’ê Îlonê Parlamentoya Koreya Bakur qanûna bikaranîna çekên nukleerî pejirand.

Li gorî qanûnê eger welat bi “qeyraneke felaket a şer re”rû bi rû bimînin çekên nukleerî dikarin bên bikaranîn.

Back to top button