Pêkhateyên Şengalê bi daxuyaniyek hevpar tevlî pêngava Azadiya Rêber Apo bûn

Pêkhateyên Şengalê pêngava navnetewî ya bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ silav kirin û ragihandin ew jî bi dirûşma, ‘Ji Rêber re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ bi awayeke çalak tevlî pêngava azadiyê dibin.

Pekhateyên heremê daxwuyaniya xwe de gotin:

“Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û her wiha ji bo Şengala xweser û azad, wekî civaka Êzidî û gelê Ereb, em jî dest bi pêngaveke nû dikin.

Em dibêjin êdî wext hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Em di wê baweriyê de ne ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn e.

Hêzên komploger bi siyaseta şer dixwazin fermanê nû li ser civaka me de bînin.

Yê ku dikare rê li ber siyaseta şer bigire, rêya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan wê li Kurdistanê, Êzîdxanê û Rojhilata Navîn wê bibe sedema pêvajoyeke nû. ”

Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk piştgirî da pêngava ji Rêber Ocalan re azadî

Back to top button