Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Silava a Heftanînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker hatibû lidarxistin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de ev daxuyanî dabû:
”19’ê Îlonê di saet 07.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Silava hate xistin.
Gerîlayan li çeperê ku çeka A4 û teknîka şer lê hebû, xistin û 2 dagirkerên di çeper de ceza kirin.
Her wiha Çekek A4, 2 kamerayên mobesseyê û çeperek bi temamî hatin rûxandin.”